20/03/2009

Newroz pîroz bît!!

21ê Adarê dîsa hat; anî salek nû dest pê diket, hivîdarim ku sala we ya nû bi serfirazî û serkewtinê derbas bît!

Mixabin ewe demek dirêje ku min qet chi gotin lêre nenivîsîne, bes Xweda hesket dê ji nihevêda dê zaf zaftir binivîsim. Chi bêjim, carna serê mirov tijî bi tishtên din dibît, mirov giriftar dibît. Îca wê demê elaqa mirov ji bo hindek tishtan jî sar dibît.

Wekî min pêshda jî gotiyî, amanca min parastina zimanê xwe yê dayikî ye, anî zimanê delal yê Kurdî. Ji gor baweriya min, insan qerdarê daybab û pîr û kalê xwe ye ku zimanê WAN ji bîr neket. Mexsûsen jî zimanek wek Kurdî ku hinde hizar sale bin fishara asimilasiyonê da bûye. Ka fikirin ka ewe chend generasiyonin pêsh me ku bi herchi shikla shêyabin ziman û chanda xwe ji destê asimilasiyona zulumkaran parastine. Chi êsh, chi neheqî tehemul kirine. Kêm nedîtine! Îca ma heqe ku ew generasiyona îro hinde xam û ji xwe tênegiheshtî ne? Xwîshk û bira gel hew bi zimanê biyanî dipeyîvin. Ji bedela sitranên pak ê bi dengê zelal yê dengbêjên me, guh diden sitranên bê edeb ên RAP û R&B û Hiphop’a Ewropa yî Emrîkî. Ez nabêjim ku nabît hîch guh bidene sitranên Hiphop û RAP-filanê, bes dibêjim ku dibît mûzika xwe ya gelêrî ji bîr neken. Dibît guh bidenê ku ferheng û chanda xwe jî fêr bin.

Min bixwe jî pêshda gelek guh dida mûzika rojavayî, lê belê, hêdÎ hêdî dilê min lê sar bû. Bochi? Ewê ezê bo we carek din binivîsim, îshev idî direnge.

 

Kesra

23/07/2008

Chavbeleka min tuyî

Di wan rojê dûmayikê ew lajeye(sitran) ketiye mêjiyê min û ez hindî guh didemê lê têr nabim. Hem li ber peyivê wê, hem jî ji ber dengê bilûl û sazê...hema xwûna mirov dikelînît. Navê lajebêji Dilgesh, û bi rastî min pêshda hîch li vi nebihîstibû. Ew lajeye jî he shansî ez birast lê hatim, min guh dida lajeyek di...carek din jî ezê basî vê lajê bikem bo we, ew jî lajeyek zor xweshe! :)

Di rexekêda lajeyek bihesrete, toyête chavbeleka xwe û hesreta nedîtina wê diket, aliyê dive jî ahenga wê germe û hema mirov shad diket...anî herchend mirov hesreta kesekê biket jî mirov hesreteke germ û xwesh diket, ne hesretek dilshewitane û sar.

Binê peri(Kilîpê Kurdî) un dikarin guhdariya wê lajê biken, lê ha ewe chend hevok ji wê laja zor dilgermane;

Chavbeleka min tu yî, por xeleka min tu yî
Sûr meleka min tu yî, jar û perîshanim ez
Por xeleka min tu yî, jar û perîshanim ez, jar û perîshanim ez
...
Bejin bilindê tu yî, pir gewher û rindê tu yî
wek mûm û findê tu yî, li dil bi kovanim ez
wek mûm û findê tu yî, li dil bi kovanim ez, li dil bi kovanim ez
...
Roger û shervîn tu yî, sitêr û pervîn tu yî
Shîrîn û hem Zînê tu yî, Memê di zîndanim ez
Shîrîn û hem Zîn tû yî, Memê du zîndanim ez

22/07/2008

Bi navê Xweda

Silav û sipas bo ku ûn serdana blogg'a min diken. Ez fikirîm û li min ve hate pêsh ku nivîsîna blogg'ekê dê karek bash bît. Pêshîn û herî girîng ji ber ku dixwazim zimanê dayika xwe biparêzim û hêj bashtir kem, ez dê bi Kurdî binivîsim. Pashê, nivîsîn karek bashe ji ber ku hishê mirov diveke û mirov dema fikir û fikarê xwe yê ser babetekê bi nivîskî dibîne, bashtir tê digehe ka mirov li proseya fikrê da durust ser fikiriye an ne. Û bi taybet dema mirov pashê ser van fikra biaxive, bas kirin û ziman anîna fikra hêsantir dibe.

Serkewtî û serfiraz bimînin.